Navend Stenbol li 10 bajaran operasyona dijî FETOyê

Ji 26 kesên tê îdiakirin endamên FETOyê ne û "ByLock" bi kar anîne jê 13 kes hatin binçavkirin

Navend Stenbol li 10 bajaran operasyona dijî FETOyê

Ji bo 26 kesên tê îdiakirin endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ne û "ByLock" bikar anîne, ji ber vê der barê wan da biryara girtinê heye bên girtin navend Stenbol li 10 bajaran operasyoneke hevdem hat kirin û 13 kes hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da der barê 26 kesên bernameya peyamê ya bişîfre ya rêxistinê "ByLock" bi kar anîne da biryara binçavkirinê da.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Qaçaxçîtiyê ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê ji bo şikbarên di nav wan da mamoste, komîser, midûrê ewlehiyê, xebatkarên PTTyê û lêkolîner jî hene bên girtin navend Stenbol li 10 bajaran operasyoneke hevdem kirin.

Di operasyona dewam dike da 13 kes hatin binçavkirin, ji bo 13 kesên din jî bên girtin xebat dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 11:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE