Navend Îzmir li 6 bajaran di operasyona dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di nav ewlehiyê da 41 şikbarên ji wezîfeyê îxrackirî hatin binçavkirin.
Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ji bo 44 polêsên berê ku hat tesbîtkirin, peywendiya wan bi qaşo "îmamên mehrem" ên FETOyê ra heye, biryara destgîrkirinê hat derxistin.
Ji berşikan 41 jê bi destê ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Organîze ya Ewlekariya Îzmirê di operasyonên hevdem ên li Îzmir, Stenbol, Amasya, Denizli, Balikesir û Afyankarahisarê da hatin destgîrkirin.
Xebatên destgîrkirina 3 berşikên mayîn jî didomin.AA