Navend Îzmir li 9 bajaran operasyona dijî FETOyê

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê da ji bo 18 şikbarên ku 12 jê muwezef in biryara binçavkirinê hat derxistin, 9ê wan hatin girtin.

Navend Îzmir li 9 bajaran operasyona dijî FETOyê

Îzmir navend li 9 bajêran di lêpirsîna pêkhateya veşartî ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nava Hêzên Çekdar yên Tirkiyeyê (TSK) da ji bo 18 berşikên ku 12 jê muwezef in biryara binçavkirinê hat derxistin. Di encama operasyonan de 9 kes hatin binçavkirin.

Lêpirsînên Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê yên dijî pêkhateya FETOyê di nava artêşê da berdewam in.

Di vê çarçoveyê da ji bo destgîrkirina 18 şikbarên ku hat tesbîtkirin di nava Hêzên Deryayî, Asîmanî û Bejayî û herwiha Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê da xwe rêxistin kirine û di artêşê da fealiyet meşandine, digel "îmamên veşartî" yên rêxistinê peywendî danîne ku 12 jê muwezef in, biryara binçavkirinê hat derxistin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê serê sibê li Îzmir, Stenbol, Balikesîr, Eskîşehir, Muxla, Uşak û Duzceyê di heman demê da operasyon kir. Di operasyonan da 9 şikbar hatin binçavkirin. 

Şikbar ji bo kontrola tenduristiyê birin emniyetê. 

Xebatên ji bo girtina şikbarên din dewam dikin. AA

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE