Li Entabê avahiyeke ku di 1950an de hatiye çêkirin heye. Avahiya ku heta niha di gelek waran de hatiye şixulandin, piştî restorasyonê wek navenda çand û hunerê hat restorekirin. Li navenda ku ji aliyê şaredariya bajarê mezin hat çêkirin, niha xebatên çand û hunerê tên kirin.
Di sala 1950an de hatiye avakirin û heta van demên dawî ji aliyê gelek saziyên dewletê hatiye şixulandin.
Lêbelê van demên dawî bêxwedî mabû.
Şaredariya Bajarê Mezin a Entabê ji bo vê avahiyê şên bike dest bi restorasyonê kir.
Rêvebira Şaredariya Bajarê Mezin a Gaziantepê Hülya Yildiz: “Avahiya ku em tê de ne demeke dirêj wek dadgehê hat şixulandin. Lêbelê ev demeke dirêj e bêxwedî bû û nedihat bikaranîn.”
Piştî restorasyonê avahiya dîrokî wek Navenda Çand û Hunerê hat avakirin.
Niha, di avahiya dîrokî de nêzî 300 xwendekar ders û kursên çand û hunerê dibînin.
Rêvebira Şaredariya Bajarê Mezin a Gaziantepê Hülya Yildiz: “Ji bo ku mekteb tatîl bûn, me dest bi kursên havînê kirin. Kêfa zarokên me zaf ji van kursan re hat. Her roj bi sedan xwendekar tên û li vir xebatên gelek xweş û balkêş dikin