Navenda ciwaniyê ya Siirtê

Bi qasî hezar ciwan li vê derê di gelek beşan de perwerde dibin

Navenda ciwaniyê ya Siirtê

Navenda Ciwaniyê ya Sêrtê, aktîvîteyên ji hev girîngtir dike. ji heft saliyan heta 40 saliyan gelek kes tên vir. tenê xelqê bajêr ji vê navendê îstîfa nake, xwendekarên biyanî yên ku li zanîngeha sêrtê dixwînin jî tên hînî zimanê tirkî dibin.

Navendên Ciwaniyê, ji bo ciwanan cihên çand, huner, spor û perwerdeyê ne.

Li van navendan, fealiyetên ji hev xweştir tên kirin, ciwan û xortên Sêrtî rojên xwe yên vala, li vê derê derbas dikin.

beşdariyên kursê dibêjin: “ Kursên me di bin banê Navenda Gel a Sêrtê de hatiye vekirin; lê Navenda Ciwanan mazûvaniyê dike. Niha çar kursên me dewam dikin. Di van çar kursan de nêzî 120 heb xwendekarên me hene. Bi tevahî 150 heb xwendekarên me perwerdeyê dibînin. Li vê derê ciwan wextên xwe bi lêxistina ensturmanên muzîkê derbas dikin”

kursiyer: “Nêzî 50î heb xwendekarên min hene. Emrê xwendekarên min, di navbera 7 û 40î de ne. Ez bi hemû xwendekarên xwe re, eleqedar dibim. Ji bilî van xwendekaran Efgan, Azerî, Sûrî yanê ji gelek miletan xwendekarên min hene.”

Hin ciwan hînî gîtarê dibin.

Hinek zimanê Îngîlîzê fêr dibin.

Û Hinek jî hînî çêkirina resman dibin ..

Bi tenê xelkê bajêr naçin van kursan ciwanên biyanî yên ku li Sêrtê dixwînin jî hînî zimanê Tîrkî dibin.

Ciwanên ku tên navendê him li vir beşdarî kursan dibin, him jî dersan dişuxilin û ji bo têketina zanîngehan amadehiyê dikin.

Bi qasî hezar ciwan, ji navneda ciwanan a Sêrtê îstifade dikin.

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2019, 12:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE