Navenda dilxwazan a Cizreyê

Ji Aliyê Heyva Sor a Türkiyeyê li Cizreyê navenda dilxwazan hat çêkirin.

Navenda dilxwazan a Cizreyê

Ji Aliyê Heyva Sor a Türkiyeyê li Cizrenavenda dilxwazan hat çêkirin. Wezîrê Turîzm û Çandê Mehmet Nuri Ersoy, Serokê Heyva Sor a Türkiyeyê Kerem Kınık û gelek rayedar tevlî merasîma vekirinê bûn.

Li vê navendê de ji bo ciwanan çalakiyên çand, spor û hunerê wê bên kirin. Salê wê bı hezaran ciwan ji xizmetan îstifade bikin.

Xizmetên Heyva Sor ên li herêmê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Cizreyê “Navenda Dilxwazan” hat avakirin.

Wezîrê Turîzm û Çandê Mehmet Nuri Ersoy, Serokê Heyva Sor a Türkiyeyê Kerem Kınık û gelek rayedar tevlî merasîma vekirinê bûn.

Serokê Heyva Sor a Türkiyeyê Kerem Kınık got, ‘’Ciwanên me wê li vê navendê him dersên xwe bixebitin him jî pirtûkan bixwînin. Bi cihên konferans û hevdîtinê, pirtûkxane û polên compîtirê gelê Cizreyê wê xwe li vê navendê bide naskirin.’’

Li navenda dilxwazan cihên muzîk, konferans û hevdîtinê, pirtûkxane, kafeterya û salonên sporê hene.

Ciwan di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de wê bên navendê û beşdarî çalakiyan dibin.

Xwendekar, li vê navendê wê hînî teknolojîyê jî bibin.

Li navendê pirtûxane jî heye. Kesên dixwazin pîrtûkan bixwînin jî karin werin navendê.

Salê wê bi hezaran ciwan bên vê navendê û ji xizmetan îstifade bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE