Navenda Kaşûnê ya Hakkariyê di 3,5 mehan da 50 hezar ziyaretvan ezimand

Navenda kaşûnê ya li Zozanê Mêrga Botan ku li Hakkariyê ye û raqima wê 2 hezar û 800 e, ji berfanbara sala çûyî û heta niha qedera 50 hezarî kaşûnhez ezimandin.

Navenda Kaşûnê ya Hakkariyê di 3,5 mehan da 50 hezar ziyaretvan ezimand

 Navenda kaşûnê ya li Zozanê Mêrga Botan ku bi pîstên xwe yên dirêj û pergala telesiyeja 4 kesî va piştevaniyeke mezin dide geşbûna turîzma zivistanê ya Hakkariyê, ji berfanbara sala çûyî û heta niha qedera 50 hezarî kaşûnhez ezimandin.

Navenda kaşûnê ku 12 kîlometre dûrî Hakkariyê ye û li Zozanê Mêrga Botan e ku raqima wê 2 hezar û 800 e, bi xêra veberhênana bi piştevaniya Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê va bû yek ji tesîsên herî bedew ên herêmê.

Li bajarê ku berf qedera 6 mehan li erdê dimîne, ligel navçe û parêzgehên cîran, ziyaretvanên ji Iraq û Îranê di maweya sezonê da nehiştin navenda kaşûnê xalî bimîne.

Ziyaretvanên ku ligel malbatên xwe di betlane û demên guncan da berê xwe dan navenda kaşûnê, snowboard kirin û her wiha bi xizekê va xwe şiqitandin û demên xweş bihurandin.

Navenda kaşûnê ku par di maweya sezonê da deriyên xwe li 30 hezar ziyaretvanî vekir, îsal bi pîstên nû û pergala telesiyeja 4 kesî ku 1165 merte dirêj in û bi veberhênaneke 15 milyon lireyî hat çêkirin va di 3,5 mehan da qedera 50 hezar ziyaretvan ezimand.

Midûrê Ciwanî û Werzişa Parêzgehê Emin Yildirim di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li navenda kaşûnê ku 12 kîlometre dûrî bajêr e, sitûriya berfê cih cihan 3 metreyî dibîne.

Yildirim diyar kir ku ji hêla veguhestin û derfetên din va navenda herî biavantaj li Hakkariyê ye û wiha dewam kir:

"Em li vê derê meha berfanbarê sezonê vedikin. Heya dawiya meha gulanê sezon dewam dike. Teleskiyeke me ye 685 metre dirêj e û her wiha telesiyejiyeke me ye 1165 metre dirêj hene. Li gorî sala çûyî hejmara ziyaretvanên me bi awayekî cidî zêde bû. Hejmara ziyaretvanan ji 30 hezarî derket 50 hezarî. Em heya dawiya gulanê li vê derê xizmetê didin. Qalîteya berfê gelekî baş e. Me îhaleya otêla 120 kesî pêk anî. Heger bigihêje sala were, em ê ji vir şûnda problema mayînê jî çareser bikin. Em ji her derê Tirkiyeyê, ji dervayî welêt li benda kaşûnhezan in."AA

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2020, 16:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE