Ji derbajêr û derwelêt turîst hatin navenda kaşûnê
Navenda Kaşûnê ya Hakkariyê, ji bo turîzma zivistanê eleqeyeke mezin dibîne. Ji xeynî gelê bajêr, ji derbajêr û heta ji derwelêt turîst hatin ji bo kaşûnê.
Navenda Kaşûnê ku li ser cihê herî bilind ê Hakkariyê hatibû avakirin, dest bi sezonê kir.
Pîsta ku bi 3. 5 kîlometre ye, ji xeynî gelê Hakkariyê bala turîstên ji derbajêr û derwelêt jî dikşîne.
Tûrist zêdetir ji Îran û Iraqê tên.
Piçûk û mezin derketin pîsta kaşûnê û bi berfê kêf kirin.