Navenda lojîstîkê ya Karsê

Xeta trênê ya navendê cara ewil hat şixulandin

Navenda lojîstîkê ya Karsê

Navenda lojîstîkê ya Qersê ku li ser 400 hezar metreçarçik erdî hatiye çêkirin cara ewil hat şixulandin. Heyeta ku bi trenê hat navendê li vir lêkolîn kirin û derheqê kar û barên navendê de agahî girt.

Naveda Lojîstîkê ya Qersê li ber qedandinê ye.

Navenda ku bi 150 milyon lîreyî, li ser 400 hezar metreçarçik erdî tê çêkirin, wê gelek bikêrî aborî û bazirganiya Tirkiye û herêmê were.

Waliyê Karsê Türker Öksüz: Vebûna vê navendê him ji bo welatê me him jî ji bo bajarê me gelek girîng e. Bi saya vê navendê wê pîşesaziya me jî xurt bibe.

Beriya ku navend bi temamî vebe, heyeta ku tê de Wezîrê Berê yê Gihandin, Behrevanî û Ragihandinê Parlamenterê AK Partiyê Ahmet Arslan û Waliyê Qersê Türker Öksüz jî hebû bi trenê ji îstesyona bajêr çû navenda lojîstîkê.

Heyeta ku bi trenê hat navendê, li vir him lêkolîn kirin him jî derheqê xebatan de ji berpirsan agahî girt.

Wezîrê Berê yê Gihandin, Behrevanî û Ragihandinê Ahmet Arslan: “ Li vê navendê wê karê gumrikê jî bê meşandin. Bi saya vê hemû barê ku ji Tirkiyê radibe û ji ser Gurcistanê diçe Asyaya Navîn wê ji gumrika virê derbas bibe. Barê ku ji wan deran jî tê wê ji gumrika virê derbas bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE