Navenda lîstik û perwerdeyê

Astengdar li vê derê wexta xwe zêdetir bi lîstikê derbas dikin.

Navenda lîstik û perwerdeyê

Li Tatvanê, navenda piştgiriyê ya malbatan TADEM’ê ji bo astengdaran mala lîstikê ava kir. Zarok û ciwanên ku tên vê derê fêrî muzîkê dibin, sporê dikin û têra dilê xwe dilîzin.

Ev xaniyê li Tatvanê, beriya vê cihekî wêran û bêxwedan bû.

Navenda Piştgiriya Malbatan TADEM xwedî lê derket, ew ji bo zarok û ciwanên astengdar restore kir.

Niha ev xanî Navenda Lîstik û Perwerdê ye.

Zarok û ciwanên astengdar li vê derê tevlî çalakiyan dibin; dilîzin, sporê dikin û muzîkê hîn dibin.

Him astengdarên ku tên vê derê kêf dikin him jî barê malbatên wan sivik dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE