Navenda navdar a turîzma zivistanê ya Tirkiyeyê Palandoken ji sersalê ra amade ye

Navenda Kaşûnê Palandokenê ya ku lê otel bi rêjeye mezin dagirtî ne, di sersalê da dê demeke xweş bi turîstên xwemalî û biyanî bide borandin.

Navenda navdar a turîzma zivistanê ya Tirkiyeyê Palandoken ji sersalê ra amade ye

Navenda Kaşûnê Palandokenê ya li Erziromê ya ku bi palên çik, bedewiya xwezayî û pîstên dirêj va her sal bi hezaran kaşûnhezî diezimîne, di sersalê da dê demeke xweş bi mêvanên xwe yên xwemalî û biyanî bide derbaskirin.

Palandoken nêzîkî Balafirgeha Erziromê ye ku lê pergala CAT 3A heye ya ku derfeta danîn û rabûna ewle dide balafiran û lewma ji dervayî welêt jî turîst tên Palandokenê. Palandokena di navbera darên çamê da ya ku pîstên wê jî hatin nûkirin, her sal bi hezaran kaşûnhezî dike mêvan.

Li Palandokena ku di turîzma zivistanê da stêrka wê diçûrise û gelek pîstên wê yên alternatîf hene ku hem profesyonel û hem jî ecemî dikarin kaşûnê bikin, turîzmvan û xwediyên otêlan amadekariyên xwe yên serê salê temam kirin.

Li navendê bi rêbaza sunî berf hat barandin û stûriya berfê derket mêtreyekî. Her wiha li navendê bi rêjeyeke mezin rezervasyonên sersalê xilas bûn û otêl tijî bûn.

Omer Akçayê ku li Palandokenê midûrê giştî yê otêlekê ye, di daxuaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, wan meha berfanbarê sezona kaşûnê vekir, yên hatin jî ji betlaneya xwe xweş bûn.

Akça got ku niha otêl bi rêjeyeke girîng dagirtî ne û wiha axivî, "Vê gavê rezervasyonên meha sibat û adarê jî tên. Kaşûnvanên me pir kêfxweş in. Di rezervasyonên me yên sersalê da gelek otêlên me sedî 100 hatin dagirtin. Li hin otêlan jî dagirtin, sedî 85 e."

Ali Guney ku li Palandokenê midûrê giştî yê otêleke din e jî diyar kir ku ew di sersalê da li bendê ne ku hemû kaşûnhez berê xwe bidin Navenda Kaşûnê Palandokenê û wiha got, "Me hemû tedbîr sitandin, ji 26ê Berfanbarê pê va ji Ukraynayê seferên taybet dê bên kirin, di sersalê da turîstên xwemalî û biyanî li vir dê tetîleke xweş derbas bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE