Navenda Perwerde û Çandê ya Dayika Porsor

Xêrxwazekî ji bo jinan navenda çand û hunerê vekir

Navenda Perwerde û Çandê ya Dayika Porsor

Karsazekî bi piştgiriya Şaredariyê li Muşê ji bo pîrekan “Navenda Perwerde û Çandê ya Jinan a Dayika Porsor” vekir. Li vê navendê jin him wê werin perwerdekirin, him jî ew ê berhemên xwe yên destkariyê pêşkêş bikin.

Şaredariya Mûşê piştgirî da karsaz Gıyasettin Bingöl û wî jî xebateke hêja kir.

Karsazê xwedanxêr ji bo pîrekan “Navenda Perwerde û Çandê ya Jinan a Dayika Porsor” vekir.

Ligel Walî û Şaredarê Mûşê gelek kes beşdarî programa vekirina navendê bûn.

Jinên Mûşî dê di vê navendê de him hunerên xwe yên destan ên cur bi cur pêşkêş bikin, him jî hînî hunerên din bibin.

Pîrekên bajêr bi vê xizmetê kêfxweş bûn.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE