Şaxa Elezîzê ya Weqfa Perwerdeya Astengdaran bi navê din ziçev’ê ji bo astengdaran navendeke tedawiya fîzîkê vekir. Rayêdarên bajêr û welatî beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.
Li Elezîzê, şaxa Weqfa Perwerdeya Astengdaran yanî ZİÇEV’ê ji bo astengdaran nevendeke tedawiya fîzîkê vekir.
Navend bi beşdariya rayêdarên bajêr û malbatên astengdaran bi merasîmekê hat vekirin.
Piştî axaftinan, Koroya Dewletê ji bo astengdaran konserek da.
Astengdar li kilam û stranan guhdarî kirin û lîstin.
Êdî welatiyên astengdar dikarin biçin vê navendê û ji tedawiya fîzîkê îstîfade bikin.