Navenda Xweşiqitandinê ya Abaliyê piştî 3 salan vebû

Li bajêr hefta çûyî vir va berf dibare ku li Navenda Xweşiqitandinê ya Abaliyê ya li quntarê Çiyayê Artosê berf gihîşt asteke hewcadarî hebû.

Navenda Xweşiqitandinê ya Abaliyê piştî 3 salan vebû

Navenda Xweşiqitandinê ya Abaliyê ya li Erdîşa navçeya Wanê piştî 3 salan ji ber ku têra xwe berf barî vebû.

Li bajêr hefta çûyî vir va berf dibare ku li Navenda Xweşiqitandinê ya Abaliyê ya li quntarê Çiyayê Artosê berf gihîşt asteke hewcadarî hebû.

Etaba yekem a navendê hat vekirin û kesên hatin navendê xwe şiqitandin.

Midûrê Bajêr yê Werziş û Ciwaniyê Nevzat Înanç ji rojnamevanan ra daxuyand ji ber ku 3 sal e berf têra xwe nedibarî navend girtîbû.

Înanç got berf hê pir jî tune lê dîsa jî qismekî wê hatiye vekirin û wiha dewam kir: "Di etaba duyem da mixabin hê berfa ku têrê bike tune. Ji bo ku ev etab jî bê vekirin hewcedarî bi berfê heye. 3 sal e berfa ku em dixwazin nabare."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE