Navenda Xweşqitandinê ya Yalnizçamê di dawiya hefteyê da tije bû

Navenda ku li cihê hevpar a Rojhilat, Behra Reş û Kafkasyayê ye bi pîstên xwe yên di nav daran da balê dikişîne û di dawiya hefteyê da jî mazûvaniya ziyaretvanan kir.

Navenda Xweşqitandinê ya Yalnizçamê di dawiya hefteyê da tije bû

Li Erdexanê kesên xweşiqitandinê hez dikin di dawiya hefteyê da li Navenda Xweşqitandinê ya Yalnizçamê xwe şiqitandin.

Navenda ku li cihê hevpar a Rojhilat, Behra Reş û Kafkasyayê ye bi pîstên xwe yên di nav daran da balê dikişîne û di dawiya hefteyê da jî mazûvaniya ziyaretvanan kir.

Zarokên ligel bav û dayikên xwe di hewaya roj dibiriqe da xwe şiqitandin kêfxweş bûn.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Erdexanê (ATSO) Çetîn Demîrcî daxuyand gelek kesên xweşiqitandinê hez dikin di dawiya hefteyê da tên Yalnizçamê.

Demîrcî got dema hewa xweş e welatî zêdetir tên û wiha axivî: "Li gor salên berê îsal zêdetir eleqe li navendê tê nîşandan. Ji ber vê bû cihekî ku di dahatûyê da hêviyê dide. Ji ev der zêdetir pêşva here em jî piştgiriyê didin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE