Şaredariya Kayapinarê, ji bo xwendekaran 18 navendên desteka ebayê sazkir. Xwendekarên ku înternet û kompûtera wan tune ne, li wan navendan bi hêsanî dikarin dersên xwe bişopînin.
Ji ber şewba koronayê dersên rûbirû ji bo hemû pol û branşan nayên dayîn û perwerde ji dûr ve, bi ser riya dîjîtal tê dayîn.
Derfeta gelek xwendekaran tune ye ku înternet û kompûteran peyda bikin û dersên xwe taqîb bikin.
Ji bo xwendekarên kêmderfet bikaribin dersên xwe bişopînin Şaredariya Kayapinarê ji wan re 18 navendên Ebayê saz kir.
Di van navendên desteka Ebayê de hem îmkana tabletan û hem jî ya înternetê heye.
Xwendekar li navendên ebayê bi amûrên dîjîtal ji dûr ve beşdarî dersên xwe dibin.
Xwendekar jî bi saya vê derfeta navendên Ebayê beşdarî dersan dibin û spartekên xwe çê dikin.
Ger pêwistî çêbibe dê şaredarî ji bo xwendekarên bê înternet û kompîter 18 navendên din jî amade bike.