Sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yê ku li welatê wan ev 8 sale diqewime û xwe spartine Tirkiyeyê li navendên konbajêrên modern yên berwext da dijîn.
Konbajarên li Yayladag û Altinozuya navçeyên Hatayê bi pergala xwe ya modern û şert û mercên însanî balê dikşîne.
Li navendan ji perwerdeyê, tenduristî û heta ciyên civakî ji bo hemû îhtiyacên penaberan gelek derfet hene. Bi hezaran penaberên Sûriyeyê li van kampan di şert û mercên însanî da dijîn.
Liana Spyropoulouyê nûçegihanê ku eslê wî ji Yewnanîstanê ye û ji bona rojnameya Bild a Almanyayê dixebite li ser kampên penaberên li Tirkiyeyê nûçeyek çêkir.
Spyropoulou di xebera xwe de behsa kamp û konbajêran penaberan ên li Hatay û Kilîsê ne kir û wiha axivî: "Meriv di dema kampên li Tirkiyeyê dibîne û bi yên li welatê xwe pê şerm dike."
Li Navenda Konbajêrê Berwext ya Yayladagi 779 konteyner hene û 4 hezar û 101 penaberên Sûriyeyî tê da dijîn.
Li navendê mektebeke ji 20 polan pêktê, 3 parkên zarokan, saheyeke fitbolê, pirtûkxaneyek, saloneke etudê, navendeke tenduristiyê hene. Li navendê bijîşk û 2 hemşîre jî di nav de bi tevahî 191 xebatkar wezîfedar in.