Naxwaze berhemên dîrokî werin jibîrkirin

Ji bo berhemên dîrokî neyên jibîrkirin maketên wan çêdike...

Naxwaze berhemên dîrokî werin jibîrkirin

Li Xelata Bilîsê welatiyê bi navê Muzaffer Pirhasanoğlu ev 30 sal in ku ji bo berhemên kevnare yên dîrokî neyên jibîrkirin, maketên wan çêdike û difiroşe.

Ji bo dîroka bajêr neyê jibîrkirin dixebite.

Muzaffer Pirhasanoğluyê ku li xelata Bilîsê dijî ev 30 sal in bi darên gûzê maketan çêdike.

Bi vî karî him îdareya xwe dike him jî naxwaze berhemên dîrokî werin jibîrkirin.

Pirhasanoğlu: ”Beriya 30 salan wek hobiyê min dest bi vî karî kir. Ji wî wextî û pê ve ez ev kar wek meslekekî dimeşînim.”

Piraniya maketên ku çêdike jî avahiyên dîrokî yên Xelatê ne.

Pirhasanoğlu : “Xebatên min zêdetirîn li ser avahiyên dîrokî ne. Li bajarê me 14 kumbet hene û ez tenê wan çêdikim.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE