Nûbiharê heta niha di kategoriyên cuda de nêzî 400 pirtûk weşandin
Di sala 1992yan de dest bi weşanê kir, gelek xwîner û nivîskaran ji kaniya wê av vexwar. Weşanxaneya nûbiharê ku bi salan e xizmeta ziman û kultura kurdî dike, bû 30 salî. Nûbiharê heta niha di gelek qadan de nêzî 400 pirtûkên gelekî girîng çap kirin.
Di sala 1992an de dest pê kir.
Ji bingeha xwe ya kûr kovar û nivîskarên nû derxist.
Weşanxaneya Nûbiharê ku xizmeta zimanê Kurdî dike bû salî.
Heta niha di warên wêje, helbest, lêkolîn û folklara Kurdan de gelek berhemên muhîm çap kirin.
Nûbiharê wek dibistanekê, bi 3 zaravayên Kurdî pirtûk çap kir.
Her sal jî pirtûkên nû li weşangeriya Kurdî zêde dike.
Weşanxaneyê digel hebûna derfetên kêm, bênavber xebatên xwe dike.
Lê ji bo pêşketina weşangeriyê hewcedarî bi çend şertan heye.
Nûbihar wê di rojên pêş de pirtûk û dosyeyên nû bike bazara weşangeriyê.