"Çukurca bihûşteke nehatiye keşifkirin e"

Reng û rûyê Çukurcaya ser sînorê Iraqê bi veberhênanên qamûyê diguhere.

 "Çukurca bihûşteke nehatiye keşifkirin e"

Navçeya Çukurcayê bi saya projeyên wezaret, qaymeqamtî û şaredariyê ji turîzmê bigire û heta binesazî û serxanan, ji sporê heta xizmetên civakî di gelek qadan da diguhere.

Di encama operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê da li navçeyê hizûr û ewlehî çêbû. Ji bo pêşketina navçeyê, ji bo ku ciwan berê xwe bidin fealiyetên sportîf û hunerî û ji bo ku cî û warên dîrokî werin restorekirin û seba turîzmê werin qezenckirin, projeyên wezaret û şaredariyê dewam dikin.

Bi saya mihrîcanên ku di salên dawîn da hatin lidarxistin va navçeyê mazûvaniya gelek turîstan kir. Li taxa Emîr Şabanê ya navçeyê ji keviran "otêleke bûtîk" hat çêkirin û dest bi xizmetê kir. Li heman taxê stad, sehaya xalîçe û seba mayînê avahî hatin çêkirin.

Mizgefta Emîr Şabanê jî li gor rêçika dîrokî hat restorekirin û seba îbadetê hat vekirin. Li hin taxan xetên ava vexwarinê hatin nûkirin, depoyên avê yên nû hatin çêkirin, rê jî bi kevirên parke va hatin xemilandin.

Ji bo ku fealiyetên çandiniyê jî bidomin qaymeqamtî û şaredariyê piştgirî da. Taxa Dutlucayê ku di sala 1995an da ji ber êrîşên terorê hatibû valakirin, rê û kanala avê hatin çêkirin da ku welatî cardin çandinî û heywandariyê bikin.

"Êdî li herêma me pirsgirêka ewlehiyê tuneye"

Qaymeqam Hasan Kurt diyar kir, bi saya xizmetên ku dewletê kirin va reng û rûçikê navçeyê guherî.

Kurt daxuyand ku bi piştgiriya Wezareta Karên Navxweyî va restorekirina Mizgefta Emîr Şaban a dîrokî hat kutakirin û mizgeft vebû û wiha dewam kir, "Dîsa şaredariya me mala şînê çêkir. Wezareta Bazirganiyê seba personelên gumrikê bi şaredariya me avahiyên qamûyê da çêkirin, Wezareta Ciwanî û Sporê û teşkîlata Spor Totoyê bi hev ra kompleksa sporê çêkir. Wezareta Ciwanî û Sporê bi şaredariyê salona sporê ya sergirtî da çêkirin. Bi tevahî me 7 tesîsên xwe vekirin. Bihayê mesrefên tesîsên me nêzî 22 milyonn lireyî girtin."

Kurt destnîşan kir ku li navçeyê veberhênaniyên cidî tên kirin û bi taybetî jî tesîsên sporê yên bi kêrî ciwanan tên hatin avakirin û avakirina yên mayî jî dewam dikin.

Di axaftina xwe da Kurt ragihand ku rêvebirên dewletê bi taybetî girîngiyê didin bajêr û xizmetên li vê derê dewam dikin ji nêz va dişopînin û wiha pê da çû: "Dewleta me li Hekarî û Çukurcayê xizmetên baş dike. Li bajarê me niha pirsgirêka ewlehî û bêhizûriyê tuneye û ji niha pê va jî wê çênebe. Teror êdî qediya."

 "Çukurca bihûşteke nehatiye keşifkirin e"

Şaredarê Çukurcayê Ensar Dundar jî diyar kir ku ji roja dest bi kar kirine heta îro li gor dawzazên welatyan kar û bar birêva birine û wiha pê da çû: "Çukurca êdî bajarê hizûr û aramiyê ye û bihûşteke nehatiye keşifkirin e. Ji niha pê va em dixwazin bi mîhrîcanan va van xweşiyan bidin naskirin. Mînaka vê ya herî xweş jî ev mîhrîcana nû ye ku em dikin. Ji gelek bajaran mêvanên me hatin û ji niha pê va jî wê Çukurca bi xweşiyên xwe bê bibîranîn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE