"Em bibiryar in ku bi şev û roj bixebitin "

Serok Erdogan di bernameya şaristaniya mirovahiyê de axivî...

 "Em bibiryar in ku bi şev û roj bixebitin "

Serok Erdogan:  "Yên di çalakiyên Geziyê da parastvaniya mafên mirovan dikirin, li hemberî bûyerên li Parîsê kor, ker û lal bûn."

"Dema bi milyonan penaber ber bi Tirkiyeyê va dihatin yên ku ji me ra digotin sînorên xwe vekin, li hemberî heman mirovan têlên bidirik û dîwar di serî da gelek tevdîrên hişk dîtin. Kê parastvanê mafên mirovan e? Em an ew?"

 "Di çalakiyên Geziyê da we dinya rakir li ser piyan. Çima, ev der Tirkiye ye ji ber wê? Hadê niha jî bi heman şiklî biweşînin."

"Êdî tu kes nikare dersa demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bide welatê me."

"Di bin banê AK Partiyê da cihê kesên kibirê dikin, xwe mezin dibînin, ji bilî berjewendiyên xwe yên şexsî tiştekî nabînin, tune."

"Tu gotineke bifors, tu peyveke biriqî, tu jiyaneke bişaşaa, durûtiya Rojava ya mafên mirovan û azadiyan venaşêre. Em di serî da çi bin, îro jî ew in."

 "Em bibiryar in ku bi şev û roj bixebitin û şeva 31ê Adara 2019an 15emîn serkeftina partiya xwe pêk bînin."

 "Bi tenê sekna me ya li hemberî hewldana darbeyê û biratiya ku me li bajarên xwe nîşanî bi milyonan penaberan da di mijara demokrasî û mafên mirovan da tevgera me nîşan dide. Ji vir pê va dema behsa demokrasî û mafên mirovan bê kirin, cihê ku pirsgirêkan lê digerin wê tu carî ne Tirkiye be."

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE