Ji bo parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê hişyariya şepe, cemed û hişkiyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê kêm ewrayî be.
Li herêma ku germahiya hewayê dê 3 an jî 5 pile zêde be, ba dê ji bakur û rojava nerm û carinan jî nîveqewî rabe, li Gola Vanê jî ji milê rojhilat û bakurê rojhilat cih cihan bi hêza 2-4 kîlometreyî rabe.
Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Muşê 4, li Van û Hakkariyê 3 û li Bitlisê jî sifir pile be.
Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tedbîrên xwe hildin.AA