"Jibilî me mebesta sereke ya hemî aliyên kontrolkirina çavkaniyên neftê ye"

Erdogan li salona nimayişê ya navenda Kongre û Çanda Milet a Beştepeyê di merasima qebûlê ya 29ê Cotmehê Cejna Komarê de axivî.

 "Jibilî me mebesta sereke ya hemî aliyên kontrolkirina çavkaniyên neftê ye"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Tirkiyeyê nîşan da ku dema berpirsyariyên dîrokî û ewlekariya millî li holê bin, dikare bi îmkanên xwe bê wergirtina îcazetê, tişta bixwaze bike."

Erdogan li salona nimayişê ya navenda Kongre û Çanda Milet a Beştepeyê di merasima qebûlê ya 29ê Cotmehê Cejna Komarê de axivî.

Serokomar Erdogan got, "Sedema ku rêxistinên terorê digel piştevaniya qerase nikarin li welatê me biserkevin, ev bi saya sekna bi dîrayet û biryardar a gelê me ye."

 "Take welatê ku Sûriyeyê  tenê bira dibîne, Tirkiye ye"

Serokomar Erdogan got, "Encameke din a giring a pêvajoya têkoşîna dijî terorê ya welatê me ew e; durûtiya di serî de welatên Ewropayê bi giştî ya hemî dinyayê ya li hember rêxistinên terorê îfşa kir. Tirkiyeyê nîşan da ku dema berpirsyariyên dîrokî û ewlekariya millî li holê bin, dikare bi îmkanên xwe bê wergirtina îcazetê, tişta bixwaze bike. Take welatê ku dema li Sûriyeyê tê meyzekirin petrol yaxud firseta hêznîşandanê nabîne û tenê mirov, tenê can, tenê bira dibîne, Tirkiye ye. Yek ji wan welatên rojava yên ku dema Herekata Kaniya Aşitiyê peywendî bi me re datanîn, ji bo 20 mirovên me yên şehîd û 184 birîndarên me xemgîniya xwe neanîn ziman. Di mijara Sûriyeyê de ji bilî Tirkiyeyê yên ku îdia bikin kula wan mafê mirovan, canê bêgunehan, siberoja gelê Sûriyeyê ye, derewan dikin."

Erdogan bal kişand ser Herêma Ewle û got, "Rûsyayê zanyariya ku rêxistinên terorê bi temamî ji wê derê hat derxistin bi meqamên me yên rayedar ve ragihand. Mitabeqetên me yên 120 seatî û 150 seatî yên ku me ji aliyekî digel DYAyê û ji aliyekî digel Rûsyayê kiribûn, qediyan. Sibe hevdîtinên me yên plankirî hene."

Serokomar Erdogan got, "Di cîhanê de, ji Ewropayê bigire heta Qefqasyayê milletek nîn e ku bi qender ê me hatibe qirkirin, rûbirûyê zulm û bê edaletiyê mabe. Digel vê me ew sînorên ku şaristaniyet û dîroka me emir dike, me ti carê derbas nekir û em derbas nakin. Li seranserê dîrokê yên ku bi vî milletî re hereket kiribin poşman nebûne. Li hember vê yên ku dijmindariya vî welatî vî milletî kiribin îfleh nebûne. Li cihê ku em diçinê, awirên me hertim ber bi dilê mirovan de ye, ne bi ber dewlemendiyên ser û binê wê axê."

 "Jibilî me mebesta sereke ya hemî aliyên kontrolkirina çavkaniyên neftê ye"

Erdogan wiha axivî:

"Di nava pêvajoyeke weke 2 hefteyan de eşkere bû ku jibilî me mebesta sereke ya hemî aliyên ku bi Sûriyeyê re mijûl dibin, kontrolkirina çavkaniyên neftê ye. Ew têgihiştina hovane ku dilopek neft ji dolapa xwînê giranbihatir dibîne bi hemî rehendê xwe derket pêşiya me."

Serokomar Erdogan bal kişand ser êrîşên dijî nûnertiyên Tirkiyeyê yên li derveyî welêt û got, "Ji bo astengkirina nêzîka 700 êrîşên li dijî nûnertiyên welatê me yên li derveyê welat ku qismeke mezin a wan şidetê di xwe digire, ti hewl nedan. Bi berevajî terorîstan di bin parastina hêzên ewlekariyê yên wan welatan çalakiyên xwe li dar xistin."

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE