"Kesên ku edebiyata sefaletê dikin ne gelê me tenê xwe dixapînin"

"Dema em bibînin firsendkarên ku wekî qirniyan bi gelê me ve zeliqîne hatin rê êdî dê hewcehî bi van rêbazan nemîne."

 "Kesên ku edebiyata sefaletê dikin ne gelê me tenê xwe dixapînin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Înşeallah em ê bi şeqameke Osmaniyan hemû bi hev ra li kesên bi aboriya me dilîzin jî bixin." 

Erdogan li Qada Voleybolê ya Başkentê di Civîna Esnafên Tirkiyeyê da axivî. 

Serok Erdogan destnîşan kir di îqtidara xwe da rêjeya faîza krediyên esnafan ji sedî 47an heta ji sedî 4-5an û ji sedî sifirê daxistine. 

Erdogan diyar kir gel li hember firsendkarên ku di serî da bihayên sebze û fêkiyan rasterast tesîrî li jiyanê dikin bi awayekî mafdar gelekî bihêrs in û wiha got: "Em jî bihêrs in. Me lewma biryara avakirina van cihên firotina li tenzîmê da." 

Serok Erdogan der barê cihên firotin û tenzîmê da destnîşan kir piştî hilbijartinê organîsazyona şaredariyên wan û Konfederasyona Esnaf û Zineatkarên Tirkiyeyê, wezaretên Tirkiyeyê yên eleqedar wê rûnin û bi hev ra xeber bidin û wiha got: "Dibe ku bi organîzasyona şaredariyan em pêngavên ji bo ku vê karê heta cihên herî dûr bikarin bikin biavêjin." 

Erdogan ji bona ciyên tenzîm û firotinê destnîşan kir armanca wan ew nîne ku bibin reqîbê esnafên xwe û bi nanê wan bilîzin û wiha got: "Dema em bibînin firsendkarên ku wekî qirniyan bi gelê me ve zeliqîne hatin rê êdî dê hewcehî bi van rêbazan nemîne." 

Serok Erdogan diyar kir kesên li firsenda xwe digerin hişyar kirin û got ku me bang li wan kir ku bihayan bînin asteke maqûl ku kara wan jî tê da hebe û wiha dewam kir: "Em ê di çarçoveya prensîbên aboriya piyaseya serbest da lê bêyî ku dev ji exlaq û îzanê berdin dê heta dawiyê piştgiriya xwe ya ji bo esnaf û zeneatkaran bidomînin." 

Erdogan destnîşan kir înşeallah wê bi şeqameke Osmaniyan hemû bi hev ra li kesên bi aboriya me dilîzin jî bixin û wiha axivî: "Em behsa çand û exlaqê axîtiyê û rêgezên axîtiyê dikin, bûyerên dawîn girîngiya vê careke din nîşan dan. Heger esnafên me sêvên kurmî yên di nav xwe da gorî nirxên axîtiyê derxin û biavêjin hewce nake ku dewlet midaxele bike." 

Erdogan diyar kir bi ked û nanê esnaf û sinaetkarên xwe nalîzin, berevajiyê vê dersa kesên ku bi keda gel dilîzin didin û wiha got: "Kesên ku edebiyata sefaletê dikin ne gelê me xwe tenê dixapînin. Em soz nadin ku gelê xwe ji sefaletê xilas bikin, em soz didin ku wan derxînin asta standartên jiyana welatên herî pêşketî." 

Serok Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Xanimeke seroka giştî radibe û dibêje ku 'Gule û van tevîhev dike.' Tu siyasetê tevî hev dikî lê haj bi vê ninî." 
 

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE