Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dê bidome...
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêma lê berf dibare hewayê ewravî û ewrsayî be. Tê texmînkirin ku danê nîvro li dorberê Erzirom, Qers, Agirî û Îdirê, berêvarê jî li der û dora Erzincanê şilî û şilopeyê bibare, li ciyên bilind jî berfê bibare.
Li herêma germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyên başûr û başûrê rojhilat ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Îdirê 2, li Erzincanê 0, li Agiriyê di binê sifirê da 3, li Erziromê di binê sifirê da 5, li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 7 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincanê 6, li Îdirê 5, li Qersê 3, li Erzirom, Agirî û Erdexanê jî 2 pile be.
Piştî barîna berfê qalindahiya berfê li Erziromê 12, li Agiriyê 4, li Erdexan û Qersê 2, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 51, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 10 santêm hat pîvandin.
Di daxuyaniya saziyê da ji bo cemed, mij û pukê hişyarî dan ajokaran ku bira bêyî tevdîr nemînin.
AA