Li Erzincanê otobusa rêwiyan qelibî û 2 jê giran 46 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a bi plakeya 34 EZ 6599 ku Adem Aktaş diajot di rêbeja Erzincan-Erziromê da li texma Avcilarê ji ber berfa rê şemetokî kiribû ji kontrolê derket û derbasî rêya hember bû û paşê qelibî.
Ji cenderme, polês, tîmên agirkujiyê û Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr gelek ekîp sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê otobusê da 46 kesên birîndar bûbûn sewqî nexweşxaneyên bajêr kirin.
Hat gotin ku ji birîndaran rewşa 2 kesan giran e.
AA