Li Stenbolê ji bo qefaltina kesên tiryakê difiroşin operasyon hat kirin. Hêzên ewlehiyê bi ser 30 navnîşanî da girtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Narkotîk ra ji bo 23 gumanbarên gorî tespîtan ku bazirganiya tiryakê dikirin, biqefêlin dest bi xebatê kirin.
Ekîbên hêzên ewlehiyê ber destê sibehê bi ser navnîşanên kifşkirî da girt û ekîba hêzên taybet jî piştevanî dan.
Li gor agahiyên hatin hildan di dema operasyonan da li navnîşanên cuda gelek gumanbar jî hatin binçavkirin.
AA