Li Van û Bitlisê ji ber berfê hin rê girtî ne

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat diyarkirin ku li navçeyên Miks, Başkale, Sarayê ji ber berf û pûkê rêya 11 wargehan hat girtin.

 Li Van û Bitlisê ji ber berfê hin rê girtî ne

 Li Van û Bitlisê ji ber berfê ya 61 wargehan girtî ye.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat diyarkirin ku li navçeyên Miks, Başkale, Sarayê ji ber berf û pûkê rêya 11 wargehan hat girtin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Li Bitlisê jî rêya 50 gundan ji ber berfê hat girtin. Ekîbên paqijkirina berfê ya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa parçe ewrawî be û berêvarê jî berf bibare. Sibehê û êvarê tê texmînkirin ku bi qeşa û cemedê ra cî bi cî mij û moran jî çêbe.

Germahiya hewayê da dê guherîneke girîng çênebe, germahî dê li gor demsalê be û li herêmê ba dê ji aliyê başûr û başûrê rojava va nerm car carna jî nîveqewî bê.

Ji bo navendên bajaran jî germahiya herî zêde dê li Vanê 3, li Hekariyê di bin sifrê da 2, li Bitlisê sifir û li Mûşê jî 2 pile be.

Li Muşê 20 kesên di berf û pûkê da asê mabûn hatin xilaskirin

Ji aliyê din va li Mûşê 20 kesên ku ji ber berf û pûkê li herêma çolwar 3 saetan mehsûr man bi xebata ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr hatin xilaskirin.

Li tanga gundê Derecîkê ya li ser navendê minîbêsa ku 20 kes tê da hebûn ji ber şert û mercên hewayê asê ma. 

Xeber dan Îdareya Taybet a Bajêr li ser vê ekîban dest bi xebatê kir û makîneya kar rê vekir û minêbês gihaşt gund.

Mehmet Polatê ji kesên mehsûr mabûn got ku wesayîtê ji ber pûk û berfê nekarî pêş va biçe û wiha axivî: "Em di rê da asê man. Nêzî 3 saetan e di rê da ne. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rê vekirin."

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2020, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE