Serokkomar Erdogan piştî civîna kabîneya Serokomariyê daxuyanî da;
Ji daxuyaniya Serokkomar Erdogan;
"Emê bihêlin ku bernameyên me yên reformê yên di warê hiqûq û aboriyê de, li gorî ajandaya xwe bimeşin."
"Pêvajoya Destûra Nû, dê ji bo tehkîma Pergala Hikûmeta Serokomariyê jî bibe firsendek."
"Şert e ku pêvajoya amadekarina Destûra Nû bi lihevhatineke herî berfireh a mumkun bimeşe û metnê ku hat holê 84 milyonî hembêz bike."
"(Kovîd-19) Em di warê xebatên vaksînlêdanê de ku di têkoşana dijî pandemiyê de amêreke herî giring e, di asteke gelek baş de ne."
"Ez bangawaziya xwe ya ji bo welatiyan dubare dikim, zêr û dovîzên li malên xwe, bi wasîteya saziyên fînansê bo aboriya me veguherînin."AA