"Serokomarê me ez vexwendim kursiyê ku ji ber vê ez pir kêfxweş im"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di cîvîna koma partiya xwe da xebatkara TRT Kurdiyê Gulay Demira qîza Mehmet Şîrîn Demir ê li Nisêbîna navçeya Mêrdînê şehîd ketibû vexwende kursiyê ku ew biaxive. Demirê wiha got: "Polîtîkayên şaş ên bi salane tên kirin, lîstikên bi salane li ser zarokên Kurd tên lîstin înşallah wê dawî bibin, ev perde wê bê girtin."

 "Serokomarê me ez vexwendim kursiyê ku ji ber vê ez pir kêfxweş im"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di cîvîna koma partiya xwe da xebatkara TRT KurdiGulay Demira qîza Mehmet Şîrîn Demir ê li Nisêbîna navçeya Mêrdînê şehîd ketibû vexwende kursiyê ku ew biaxive. Demirê wiha got: "Polîtîkayên şaş ên bi salane tên kirin, lîstikên bi salane li ser zarokên Kurd tên lîstin înşallah wê dawî bibin, ev perde wê bê girtin."

 "Serokomarê me ez vexwendim kursiyê ku ji ber vê ez pir kêfxweş im"

Demirê daxuyanî da û wiha axivî: "Hestên min tevlihev in. Min hê jî tişta ku hat serê min ji bîr nekir. Lê îro Serokomarê me ez vexwendim kursiyê ku ji ber vê ez pir kêfxweş im. Ji ber ku wek zaroka şehîdekî ji hêla serokekî dinyayê va vexwendina kursiyê û derfeta axaftinê dane min, ez kêfxweş im."

Demirê got beriya ku bavê wê wefat bike kulîlkek daye wê, wê jî daye Serokomar Erdogan û wiha axivî: "Kulîlk ew tişta dawîn bû ku bavê min beriya wefat bike dabû min. Ji ber karê ku ez dikim dema ez diçûm kîjan memleketî û cihên ez bi xwe ji bo gerê diçûm min axa wan wek nimûne dianî. Beriya ez kulîlkê ji Serokomarê me ra bibim min nimûneya vê axê, yanê axa bajarên cuda xiste hundirê guldankê. Herî dawîn jî min ji axa gora bavê xwe ya ku min ji xwe ra ew der wek memleket hesibandiye xistê û ew wek emanet da Serokomarê me. Min dizanibû ewê emaneta bavê min biparze. Min îro dît ku wî emaneta bavê min pir baş parastiye û li goşeya herî xweş a mala xwe veşartiye. Wisa zen dikim kulîlk binevş e."

 "Çima li ser me siyaseteke cuda tê kirin?"

Demirê ji bo malbatên li Diyarbekirê yên benda zarokên xwe yên di destê PKKya rêxistina terorê da ne jî wiha got: "Serokomarê me li kursiyê got, min jî di nav hevokên xwe yên dawîn da got. Hin kes hene îdia dikin ew mafên zarokên Kurd diparêzin. Heke hin maf bi rastî jî tên parastin, divê ewil ji zarokên Kurd bê pirsîn. Dema em lê dinihêrin zarokên wan di nav şert û mercên cuda da dixwînin, tên meqamên cuda. Nexwe çima li ser me siyaseteke cuda tê kirin? Dema em vedigerin lê dinihêrin, em dibînin bi rastî jî tişta ku diqewime ji bo hin kesan diqewime. Polîtîkayên şaş ên bi salane tên kirin, lîstikên bi salane li ser zarokên Kurd tên lîstin înşallah wê dawî bibin, ew perde wê bê girtin. Zarokên Kurd ên zane dikarin ji bo welatê xwe her tiştî bikin, tişta ku nikaribin bikin tune."

"Ez pir bêriya wî dikim"

Demirê got ew pir bêriya bavê xwe dike û hestên xwe wiha anî ziman: "Navê êtîmiyê bêbavtî ye, nêzîkî 3 mehan e ez vê yekê hîn bûm. Û bi bavê xwe va min fêm kir ku bêrîkirin çi ye. Ez pir bêriya wî dikim."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2020, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE