Încî kefalên Behra Vanê yên berê xwe dane çeman rêwîtiya xwe didomînin

Încî kefalên di Behra Vanê da dijîn ji bo ku xerzên xwe daynin avên çeman rêwîtiya ku dane destpêkirin didomînin.

Încî kefalên Behra Vanê yên berê xwe dane çeman rêwîtiya xwe didomînin

 Rêwîtiya bi zor û zehmet a încî kefalên di Behra Vanê da dijîn û di heyameke salê da ji bo xerzên xwe daynin, berê xwe didin avên çeman, dewam dike.

Încî kefalên ji cureyên endemîk di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da ji Behra Vanê koçî avên çeman dikin û xerzên xwe datîtin.

Li ser Çemê Deliyê yê li navçeya Erdîşê rêwîtiya încî kefalan tê dîtin û di demên berê da bi sedan meriv ji bo bibin şahidê rêwîtiya bi zor û zehmet ya încî kefalan dihatin vê derê lê ji ber sînordarkirina Kovîd-19ê niha benda masiyan xalî ye.

Masî her sal di heman wextî da ji ava bixwê û sode derdikevin û xwe berî nav ava şirîn a çeman didin, rêwîtiya wan zor û zehmet jî merivan şaş û metel dihêle.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE