"Ne mimkûn e ku em dev ji s-400an berdin"

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin ev daxuyanî di weşana taybet a TRT Xeberê de dan.

"Ne mimkûn e ku em dev ji s-400an berdin"

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin beşdarî weşana taybet a trt xeberê bû. kalin got; nato di xebatên ji bo s-400an de tune. em xebatên xwe tenê bi emerîkayê re dikin.

Enqerê biryara xwe da.

Peymana kirîna S-400an dê betal neke.

Lê ji bo çareserkirina vê meseleyê bi Emerîkayê re dê xebateke hevpar were kirin.

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin : Di hevdîtina qesra spî de ez û obrein em hatin wezîfedarkirin. em niha didin dest pê kirin. xebat ji îro û pê ve dest pê dikin. bi koordînasyona natoyê nîne. ev xebateke dualî ye. tu wezîfeya natoyê tune.

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin ev daxuyanî di weşana taybet a TRT Xeberê de dan.

Kalin diyar kir dibe ku em daxwaza standina Patrîotan jî bikin.

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin :ji bo pêşketina pêvajoya patriot û f-35an hin pêşniyazên me hene ji Emerîkayê re. dibe ku em pêşniyazên nû jî bikin. ji bo ku metirsiyên li ser ewlehiyê rabe em ê xebatên hewce bikin.

Îbrahîm Kalin behsa serdanên Serok Erdogan ên li Emerîkayê jî kirin û got: ji bo me serdaneke baş bû. tirkiyeyê îdiayên xwe bi awayekî aşkere gotin. beriya çûyînê me amadehiyeke baş kir. me hin gotin bihîstin ku digotin we planên me xira kirin.

Kalin li ser pirsa Gelo Serok Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re wê kengî bicive? Jî got: li gorî planan Pûtîn di nîvê meha çileyê de dê were serdana Tirkiyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE