"Ne tenê ji bona welatê xwe, em amade ne aşiya xwemalî bi hemû dinyayê ra parve bikin"

Erdogan nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Hz. Elî kir û peyra daxuyanî da rojnamevanan.

"Ne tenê ji bona welatê xwe, em amade ne aşiya xwemalî bi hemû dinyayê ra parve bikin"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê aşiya xwemalî da wiha axivî, "Me got ku ne tenê li welatê xwe li hemû dinyayê ji ku derê daxwaz çêbe em amade ne ku bi her kesî ra parve bikin."

Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Hz. Elî kir û peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan ji bo fitara ku bi nûnerên cimaeta kêmneteweyan ra kir jî got bi vê wesîleyê min guhdariya wan kir ku ka tu pirsgirêkeke wan heye yan tuneye.

Erdogan ji bona mafê mulkiyeta fikrî ya li ser aşiyên Kovîd-19ê destnîşan kir zanist malê hevbeş yê hemû mirovahiyê ye û li ser zanistê hesûdî nabe û wiha got, "Ev mesele tenduristiya hemû mirovahiyê eleqedar dike. Helwesta 'Me hilberandiye û em nadin tu kesî' helwesteke şaş e."

Serokomar Erdogan der barê xebatên aşiya xwemalî da diyar kir berê jî gotine ku ne tenê li welatê xwe li hemû dinyayê ji ku derê daxwaz çêbe amade ne ku bi her kesî ra parve bikin û wiha xeberda, "Li welatê me niha xebateke mezin û cidî heye. Bi vê xebata ku em plan dikin bigihêje mehên Îlon û Cotmehê înşellah em ê aşiya xwe ya xwemalî çêkin."

Erdogan der barê pêwendiyên Türkiye û Misrê da got em hewl didin ku yekîtiya bi gelê Misrê ra ku ji berê da heye cardin bi dest bixin û bidomînin.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê xebatên li ser destûra nû da got em dixwazin destûreke nû ya ku piraniya gel qebûl bike çêkin.

Erdogan diyar kir di polîtîkaya derva da Türkiye dewleteke wisa nîne ku hin kes rê bidin berê, Türkiye dewleteke wisa ye ku dikare li ser darê piyan bisekine.

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da ji bona nexweşxaneyên bajêr jî wiha xeberda: "Me çima nexweşxaneyên bajêr çêkirin? Ji bona welatiyên min ji Türkiyeyê neçin Clevelandê. Em nexweşxaneyên mîna Clevelandê li welatê xwe çêdikin. Niha nexweşxaneyên me yên bajêr bi vî rengî ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE