Nemrûda "bihuşta ser rûyê erdê" wekî "Qada Teqez Were Parastin" hat îlankirin

Kalderaya Nemrûdê ya di çarçoveya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Bêhempabûnê" sitand bi biryara Serokomar va wekî "qada teqez were parastin" hat tescîlkirin.

Nemrûda "bihuşta ser rûyê erdê" wekî "Qada Teqez Were Parastin" hat îlankirin

Kalderaya Nemrûdê ya qada sîta tebiî ya di navbera Tetwan, Xelat û Guroymaka navçeyên Bidlîsê da bi biryarnameya Serokomar va wekî "qada teqez were parastin" hat îlankirin û gel ji bo vê gelekî kêfxweş bû.

Kalderaya Nemrûdê ya di çarçoveya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Bêhempabûnê" sitand bi biryara Serokomar va wekî "qada teqez were parastin" hat tescîlkirin.

Kalderaya Nemrûdê bi xweşikahiyên tebiî, golên sar û germ, şikeftên cemedê, kulekên hilmê, cureyên çivîkan, hirçên boz û cureyên candaran va her sal ji gelek turîstan ra mazûvaniyê dike.

Ji ber ku herêmê wekî "qada teqez were parastin" hat tescîlkirin gel û ziyaretvan gelekî kêfxweş bûn.

Mehmet Emîn Geylaniyê Şaredarê Tetwanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Kratera Nemrûdê gola herî mezin a kraterê ya Tirkiyeyê ye û ji bo UNESCOyê bû namzed.

Geylanî got dibê Nemrûd were dîtin û wiha pê da çû: 

"Bi biryara Serokomariyê me va Kaldera Nemrûdê ya qada sîta tebiî wekî "qada teqez were parastin" hat tescîlkirin. Bi vî awayî tebîeta Nemrûdê ew ê bi balrdarî û ji nêz va were teqîbkirin. Cureyên nebat û heywanan ew ê were parastin. Înşaellah em namzedê UNESCOyê ne û ji bo pesendkirina wê hêviya me zêde ye. Biryar ji gelê me û memleketê me ra bi xêr be. Ji Birzê Serokomarê me ra jî sipas dikim."

Geylanî got ew ê midaxeleyî tebîeta qada tebiî nekin, projeyên werin çêkirin jî ew ê bi tesdîqa lijneyê werin eşkerekirin.

Erdal Çetînê bi malbata xwe ra hat ziyareta Kalderaya Nemrûdê jî got, "Serokomarê me ec dera hilda parastinê wekî gelê Bidlîsê em gelekî kêfxweş bûn. Ev dera ciyekî bêhempa ye. Xwezila biryar berê bihata dayîn. Ji îro şûnda ew ê tiştên baş bibin."

Şîrîn Çetîn jî diyar kir ku Nemrxwd ciyekî xweş e wekî herêma hesas îlankirina vê derê biryareke baş e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE