Nemrûda mîrata cîhanî dest bi ezimandina mêvanan kir

Çiyayê Nemrûda sala 1987an ji bo Lîsta Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê hat qebûlkirin, ji Tirkiyeyê sêyemîn berhema di vê lîsteyê de ye.

Nemrûda mîrata cîhanî dest bi ezimandina mêvanan kir

 Çiyayê Nemrûdê ya di nava sînorê Kahtaya navçeya Adiyemanê de ku di "Lîsta Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê" de ye û weke "cihê here baş ku hilatin û avabûna rojê lê tê dîtin" tê naskirin, di nava meha dawîn de 30 hezar mazûvan ezimandin.

Çiyayê Nemrûda sala 1987an ji bo Lîsta Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê hat qebûlkirin, ji Tirkiyeyê sêyemîn berhema di vê lîsteyê de ye.

Bi pêvajoya normalîzebûnê re Çiyayê Nemrûdê dest bi ezimandina mêvanan kir.

Mêvanên ku têne herêmê ji bo gihiştina Çiyayê Nemrûdê ji hevraza qot ya bi qasî 800 metroyî 40 deqîqeyan dimeşin û digihin lûtkeyê.

Mazûmvanên ku digihin lûtkeyê pêrgî peykerên qerase û tumulus ên bi qasî 50 metroyî bilind û bi qasî 150 metro newqê yên ji serdema Keyaniya Komacînê tên.

Mêvanên ku ji çar aliyên cîhanê tên di dema hilatin û avabûna rojê de li vêderê dibin şahidê menzereyeke gelekî xweş.

- Tê çaverêkirin heta dawiya salê qat qat hejmara mêvanan zêde bibe

Rêveberê Muzeyê yê Adiyemanê Mehmet Alkan ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku piştî destpêkirina pêvajoya normalîzebûnê hejmara kesên ku serdana vêderê dikin gelekî zêde bû.

Alkan bibîr xist ku pêvajoya normalîzebûnê 1ê hezîranê dest pê kir û wiha got, "Geştiyarên me yên navxweyî û biyanê tên vêderê û dema hilatin û avabûna rojê wê menzereya xweş dibînin. Di nava meha dawîn de 30 hezar mazûvan hatin vêderê. Wisa xuyaye û tê çaverêkirin heta dawiya salê qat qat hejmara mêvanan zêde bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE