Neslîcan Tay hat definkirin

Cinazê Neslîcan Tay piştî nimêja nîvro li Rîzeyê hat definkirin.

Neslîcan Tay hat definkirin

Neslîcan Taya 21 salî ya ji ber nexweşiya pençeşêrê wefat kir li memleketê wê Rîzeyê hat definkirin.

 Tay li Nexweşxaneya Zanîngeha Medîpol Megayê ya li Stenbolê wefat kir.

Ji bo wê li Mizgefta Sahilê merasimek hat lidarxistin.

Ji bilî malbat û eqrebayên wê Parlamenterê AK Partiyê yê Rîzeyê Muhammet Avci, Şaredaerê Rîzeyê Rahmî Metîn û gelek hezkiriyên wê beşdarî merasimê bûn.

Cinazeyê Tayê piştî nimêja nîvro li goristana taxa Pehlîvanê li cem lingê wê yê ji ber pençeşêrê demek berê hatibû jêkirin, hat definkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE