"Netanyahu tu zalimekî wisa yî ku zarokên Filîstînî qetl dikî"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Netanyahu were ser hişê xwe. Tu zalim î, tu zalimekî wisa yî ku zarokên Filîstînî yên 7 salî qetl dikî."

"Netanyahu tu zalimekî wisa yî ku zarokên Filîstînî qetl dikî"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Netanyahu were ser hişê xwe. Tu zalim î, tu zalimekî wisa yî ku zarokên Filîstînî yên 7 salî qetl dikî."

Serok Erdogan der barê êrîşa Îsraîlê ya li ser Mescîda Eqsayê da got: "Her êrîşên li ser mescîda me ya mibarek dê hemberî xwe me bibîne. Herkes bêdeng bimîne jî em ê bi gelê xwe re bêdeng nemînin. Em ê heta nefesa xwe ya dawîn têkoşîna xwe ya ji bo ku Quds li gor girîngiriya wê ya bo alema Îslamê bê birêvebirin bidomînin. Me li vî welatî zilmê li Mûsewiyan nekir û mîna we tiştên hûn dikin dijî sînagogan nekirin. Me tehrîq nekin. Em pê naxapin, lê di civaka navneteweyî da em ê hesab ji we bipirsin."

Serok Erdogan li Pursaklara navçeya Enqereyê di merasima vekirina komî da axivî û ji axaftina wî hin sernavên derketin pêş ev in:

Bi îzna Xwedê ev gel heta ku li ser piyan be tu kes nikare bibe asteng ku bang di asîmanan da olan bide, nikare doza Qudsê bi me bide jibîrkirin.

Em li binê vê alayê çêbûn û em ê li bin vê alayê bimirin. Kî ji vê alayê aciz e bira here di bin paçên dixwaze da bimire. Lê em ê heta mirinê li vir bin.

Ji CHPyê namzedên şaredariyê yên ji FETOyê hene. Bi sedan sempatîzanên rêxistina dabeşker ji nav CHPyê û lîsteyên partiyên din ên ku pê re di nav îtifaqê de ne wek endamê meclisa şaredariyê hatin nîşandan. Ew dema ku hatin hilbijartin dê ji bo kî bixebitin? Helbet dê ji bo Qendîlê bixebitin.

Em ne destûrê didin ku dijî azana me bêsiyanetî bê kirin û ne jî em destûrê didin bi postalên xwe Mescida Eqsayê û Qubbetus Sehra bê qirêjkirin. Min telîmat da Wezîrê Karên Derva. Hemû hevdîtinên navneteweyî didomîne.

Piştî çalakiyên çalan me hewl da ku em ji şaredariyan PKKê paqij bikin, niha CHP û hevkarê wê yê îtifaqê li ser pişta xwe van dibin şaredariyê. Partiya di bin emrê rêxistina dabeşker de êdî hewcehî nabîne ku îtifaqa xwe ya bi CHP û ÎYÎ Partiya qaşo re biveşêre."

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2019, 14:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE