Newala Şuxilê ya li Sêwasê çar demsalan mazûvaniya ziyaretvanan dike

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku newal bi qasî 5 kîlomêtroyî li dûrî navenda navçeyê ye, ava ji Çiyayê Dovdeliyê tê ji newalê ra diherike û dora wê jî bi zinaran hatiye pêçan.

Newala Şuxilê ya li Sêwasê çar demsalan mazûvaniya ziyaretvanan dike

 Newala Şuxilê ya li Guruna navçeya Sêwasê ya di nav çiya û zinaran da ji tebîethezan eleqeyeke mezin dibîne.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku newal bi qasî 5 kîlomêtroyî li dûrî navenda navçeyê ye, ava ji Çiyayê Dovdeliyê tê ji newalê ra diherike û dora wê jî bi zinaran hatiye pêçan.

Tebiîbûna xwe va zelal balê dikişîne û ava ji çav zinaran ra dikişe jî zivistanê dicemide û wekî cembelîkan disekine.

Di çemê newalê da masiyên deqsor û gelek masiyên ava şirîn dijîn. Li newalê gelek şikeftin curbicur jî balê dikişînin.

Li newalê gelek darên wekî dara biyê, behîvên beyanî, şîlan, simaq, giwîcê û çivîkên wekî suyaxker, mirîşka reş, îspînoza çiyê, qijikê hene.

Di çarçoveya "Projeya Turîzmê ya Newala Şuxil ya 2yan da der û dora newalê di sala 2018an da hat serastkirin, xebatên daçikandina daran û peyzajê hatibûn kirin. Li newalê rêya meşa tebîetê, safariya wêneyan, mekanên firotina berhemên herêmî, mescid, qemeryen û avahiyên din hene. Newala qada parastî 140 kîlomêtro dûrî navenda Sêwasê ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE