Newala Uçkayayê ya Îdirê bi hêşînahiya xwe va dişibe herêma Behra Reş

Navçeya Tuzlucayê 40 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e ku hin cihên wê dar, zinar, çem û hewayeke hênîk heye ku dişibe herêma Behra Reş.

Newala Uçkayayê ya Îdirê bi hêşînahiya xwe va dişibe herêma Behra Reş

Newala Uçkayayê ya li Tuzlucaya navçeya Îdirê bi dar, çem û zinarên xwe va wek herêma Behra Reş balê dikşîne.

Navçeya Tuzlucayê 40 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e ku hin cihên wê dar, zinar, çem û hewayeke hênîk heye ku dişibe herêma Behra Reş.

Midûrê Dezgeha Daristanan a Bajêr Taner Tazegun daxuyand Îdir ji hêla avûhewa û erdnigariya xwe yek ji wan bajarên herî hişkayî ye.

Tazegun got ji ber ku Tuzluca li cihekî bilind e û çem lê zêde ne hêşîne û wiha axivî: "Li Tuzlucayê dar û nebat zêde ne. Sedema wê jî ew e ku ew bilind e û çem zehf in. Ji ber van çeman cureyên nebatan jî zêde ne."

Tazegun got ji vê dişibe Behra Reş û kesên li bajêr ji germê aciz dibin tên navçeyê ku bêhna xwe bidin û wiha dewam kir: "Welatiyên me di germa havînê da ji bo bêhna xwe bidin tên navçeya me ya Tuzlucayê, bi taybetî van cihên bilind, vê erdnigariya wek Behra Reş ziyaret dikin. Ji hêla hêşînahiyê va herêmên bilind ên Tuzlucayê bêtir dewlemend in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE