Emrullah Guluşkenê 47 salî yê li Malmoya bajarê Swêdê dijî û testa wî ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) pozîtîf derket lê nehat tedawîkirin li ser telîmeta Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi balafira ambulans va anîn Tirkiyeyê.
Balafira ambulans a ku Emrullah Guluşken û zarokên wî tê da bûn di saet 13.30an da gihîşt Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê.
Piştî ku balafirê danî xebatkarên tenduristiyê yên ku cil û bergên parastinê li xwe kirine ketin hundirê balafirê. Kontrola Emrullah Guluşken û zarokên wî hat kirin û ew bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Bajêr ya Enqereyê bûn.
- Qîzên wî li ser medyaya civakî alîkarî xwestibûn
Testa vîrusa koronayê ya Emrullah Guluşkenê 47 salî yê li Malmoya bajarê Swêdê dijî pozîtîf derketibû, lê ew li wir nehatibû tedawîkirin. Qîzên wî Samîra û Leyla Guluşkenê li ser medyaya civakî bang kiribûn ku bila bavê wan bê tedawîkirin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser vê bangê telîmat dabû rayedaran ku bi balafira ambulans va wî bînin Tirkiyeyê.
AA