Nexweşî zêde bû, tevdîrên nû derketin

Ji bo rê li ber koronayê were girtin bergiriyên nû dê bên sepandin

Nexweşî zêde bû, tevdîrên nû derketin

Vîrûs Gelekî Belav Bû, Seba Rawestandinê Tevdîrên Nû Derketin… Êdî Ji Xwarin Û Vexwarinê Heta Çûnûhatinê Pergala Her Karî Dê Biguhere…

Her roj bi hezaran meriv nexweş dibin, bi sedan kes ji ber vîrûsa koronayê dimirin…

Bergirî û qaîdeyên nû bi giştînameyekê hatin diyarkirin. Li gorî giştînameyê xwaringeh û çayxane dê heta derengê şevê nexebitin.

Cihên ku milet zahf diçe, deverên ku îxtimal heye vîrûs di merivan bigere wê li gorî saetê vekirî yan girtî bin.

Meseleya çûnûhatinê jî bi saet û nobetan dê were safîkirin. Rêwî dê kêm bin, trafik wê asê nebe.

Çavê welatiyan li xebatên çêkirina dermanê koronayê ye…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE