"Nexweşxaneyeke me ya ku kapasîteya wê bi temamî tijî ye, tuneye"

Ji Wezîrê Tenduristiyê Koca daxuyaniya li ser îdiaya nexweşxane tijî bûne: "Ji ber Kovîd-19ê parêzgeheke me ye ku nexweşxaneyên wê tijî ne, heta nexweşxaneyeke me ye ku kapasîteya wê bi temamî tijî ye, tuneye. Îdia bêbingeh in"

"Nexweşxaneyeke me ya ku kapasîteya wê bi temamî tijî ye, tuneye"

Di van rojan de hin îdia hatibûn gotin ku gelek nexweşxane tije bûne. Wezîrê Tenduristiyê bertek nîşanî wan îdiayan da. Wezîr Koca destnîşankir ku ew îdia ne rast in. Koca got "nexweşxaneyên me yên bi temamî tije tune ne."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bertek nîşanî wan îdiayan da.

Koca got "Ji ber vîrûsa koronayê tu nexweşxaneyên me yên tije tune ne."

Wezîr Koca got ku ew îdia bê bingeh in, ne rast in.

Koca got "Kesên îdiayên bi vî şiklî diavêjin holê, bila li gorî îdiayên xwe tevdîran bigrin, dibe ku bi vî şiklî fêdeya wan ji civakê re hebe."

Wezîrê Tenduristiyê bi berpirsên tenduristiyê yên 14 bajaran re, bi vîdeokonferansê axivî.

Di nav bajaran de Stenbol, Enqere, Îzmir û Konya hene.

Wezîr Koca destnîşankir ku li hemberî şewbê plan hatine çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE