Neyariya 2 salan bi dawî bû

Li Ercişê eşîrên Sipkî û Bêniştî bi xêra navbeynkaran li hev hatin.

Neyariya 2 salan bi dawî bû

Li herêma Wanê hin caran di navbera eşîran de şer derdikevin û neyarî çêdibe. Rêvebirên dewletê û rûspiyên herêmê dibin navbeynkar û neyariyan bi dawî dikin. Herî dawî li Erdîşê neyariya di navbera eşîrên sipkî û bêniştî de hat bidawîkirin.

Li Erdîşa Wanê, di 1ê Tebaxa 2020î de endamên êşîrên Sipkî û Bêniştî şer kirin.

Di şer de ji eşîra Sipkiyan yekî jiyana xwe ji dest da.

Ji ber bûyerê di navbera her du eşîran de neyarî derket.

Rêvebirên Êrdîş û Wanê ji bo lihevanîna her du eşîran bûn navbeynkar.

Piştî hewlên mezin her du eşîr li hev hatin.

Di merasîma lihevhatinê de pêşî Qurana Kerîm hat xwendin.

Dûv re jî endamên her du eşîran li ber çavê navbeynkaran li hev hatin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE