Li Muşê bi navbenkariya rûspiyan neyariya du malbatan bi dawî bû û li hev hatin. waliyên mûş û wanê jî beşdarî merasîma silhê bûn.
Malbatên Firat û Argun beriya sal û nîvekê şer kiribûn.
Di vî şerî de 3 kes miribûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.
Ev şer bûbû sedema dijminahiyeke mezin.
Ji wê rojê û vir ve her du malbat bûn neyarên hev.
Waliyê Mûşê İlker Gündüzöz û Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez ketin navberê.
Her du malbat bi saya rayedar û rûspiyan li hev hatin.
Li mizgefta Çaglanê ya Mûşê merasîm hat lidarxistin.
Endamên malbatan di bin Qur'anê re derbas bûn û aştî pêk anîn.