Neyartiya 40 salan qediya

Li Adıyamanê 2 malbatên dijmin bi pêşengiya rayedaran li hev hatin 

Neyartiya 40 salan qediya

Li Kolika Semsûrê neyartiya di navbera 2 malbatên cuda de bi merasîm û xwarineke aştiyê qediya. malbata Kömür û Alagoz ku ji sala 1982an ve heta niha dijminên hevdu bûn, li hev hatin.  

Li gundê Hamzalar û Ancosê Kolika Semsûrê malbatên Kömür û Alagozê ji ber nîqaşekê bi hev çûbûn. 

Ev pevçûn bûbû sedema dijminahiyeke 40 salan.   

Her du malbat ji sala 1982an ve heta niha neyarên hevdu bûn.

 

Siyasetmedar û rayedar ketin navberê û malbat li hev anîn.  

Ji bo vê silhê, li Kolika Semsûrê merasîm hat lidarxistin.  

Di merasîmê de gelek rayedarên siyasî û leşkerî jî hebûn. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE