"Neyartiya dijî Îslamê derketiye asta qetlîamê"

"Li dinyayê neyartiya dijî Îslamê ku tê teşwîqkirin û zêde dibe ji tacîza şexsî derbas bûye û derketiye asta qetlîamên komî"

"Neyartiya dijî Îslamê derketiye asta qetlîamê"

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser êrîşên li Zelandaya Nû wiha got: "Li dinyayê neyartiya dijî Îslamê ku tê teşwîqkirin û zêde dibe ji tacîza şexsî derbas bûye û derketiye asta qetlîamên komî."

Serok Erdogan li Zanîngeha Galatasarayê beşdarî merasima cinazeyê Prof. Dr. Berîl Dedeogluyê bû.

Serok Erdogan ji ber mirina Dedeogluyê sersaxî da malbat û hevalên wê û wiha got: "Prof. Dr. Berîl Dedeoglu li hemû derên ku lê wezîfe kiriye her tim bi xanimtî, jêhatîbûn, merîfet û zanebûna xwe hatiye hezkirin û jê ra hirmet hatiye nîşandan." 

Serok Erdogan piştra li ser êrîşên li Zelandaya Nû ya dijî mizgeftan hatin kirin daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî:

"Dixwazim bibêjim ez wê êrîşa li Zelandaya Nû ser Misilmanên ku ji bo nimêja înê hatibûn cem hev hat kirin, şermezar dikim. Eşkere ye êrîş bi planeke dûrûdirêj û bi motîvasyonekê hatine kirin û meriv nikare bibêje tevgereke fewrî ye û derbas bike. Em bangî hemû dinyayê bi taybetî jî dewletên Rojavayê dikin ku li dijî vê talûkeya hemû mirovahiyê tehdîd dike demildest tevdîrê hildin. Ew nêrîna nûnerê wê kûjer e û şexsê min û welatê me jî ji xwe ra kiriye hedef, diyar e ku mîna nexweşiya pençeşêrê civakên Rojava hildaye bin tesîra xwe."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Adar 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE