Par li gundê Porkova navenda Mûşê du malbat ji ber kuştinekê bûn neyar. Rûspî û rayedar ketin navbera wan û ew li hev anîn. Bi vî awayî neyartiya du malbatan bi dawî bû.
Sala çûyî li gundê Porkovê yê Mûşê kesek hat kuştin. Ji ber kuştinê du malbatên bûn neyar.
Rûspiyên herêmê û rayedar ji bo ku neyartiya wan malbatan xelas bibe, ketin navberê.
Piştî civînên dûr û dirêj di navbera her du malbatan de aştî çêbû.
Ji bo silhê merasîmek hat lidarxistin.
Gelek rûspî, Waliyê Mûşê Doçent Dixtor İlker Gündüzöz û rayedarên bajêr tevlî merasîmê bûn.
Bi vî awayî li Porkovê neyartiya du malbatan safî bû.