Nifûsê Türkiyeyê di 2020î da li gor 2019an 459 hezar û 365 kes zêde bû û derket 83 milyon û 614 hezar û 362 kesan.
Saziya Îstatîstîkê ya Türkiyeyê (TUÎK) "Encamên 2020î yên Pergala Qeyda Nifûsê ya Li Gor Navnîşanê" eşkere kir.
Li gor vê di sala 2019an da nifûs 83 milyon û 154 hezar û 997 kes bûn, li vê serjimarê 459 hezar û 365 kes zêde bûn û nifûsê 2020î derket 83 milyon û 614 hezar û 362 kesan.
Rêjiya nifûsê mêran ji sedî 51,1 (41 milyon û 915 hezar û 985 kes) rêya nifûsê jinan ji sedî 49,9 (41 milyon û 698 hezar û 377 kes) hatin qeydkirin.
Leza zêdebûna nifûsê ya salane di 2019an da ji hezarî 13,9 bû, di 2020î da kêm bû û bû ji hezarî 5,5.
Rêjeya kesên ku li navendên bajêr û navçeyan dijîn di 2019an da ji sedî 92,8 bû, di 2020î da derket ji sedî 93yan.
Rêjeya kesên ku li belde û gundan dijîn jî ji sedî 7,2yan daket ji sedî 7an.
AA