Niha 16 balafir hene, yên îro hatin ra ev derket 20î

"Li Tirkiyeyê di nav 8 rojan da 187 şewat derketin û niha ji wan 15 heb dewam dikin û qismek ji wan jî hildan bin kontrolê.

Niha 16 balafir hene, yên îro hatin ra ev derket 20î

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo şewatên daristanan ên li seranserê Tirkiyeyê got: "Di nav 8 rojan da 187 şewat çêbûn û niha 15 jê dewam dikin û qismek wan jî niha hildane bin kontrolê."

Erdogan li Qesra Çankayayê di weşana hevpar a A Haber û ATVê da mijarên di rojevê da nirxand û pirsan bersivand.

Serokomar destnîşan kir ku wekî li gelek cihên dinyayê li Tirkiyeyê jî şewatên daristanê gelekî zêde bûne û di vir da divê ji bo siyasetê cî tunebe û wiha domand: "Niha 16 balafir hene, yên îro hatin ra ev derket 20î. Digel vê 51 firoke hene. Ev hemû di dewrê da ne, dixebitin. Terora derewan a wekî çima li vir balafir tuneî firoke tunin tên kirin. Em têkoşîna dijî şewatê didomînin, rev tune û em di ser da diçin."

Di axaftina xwe da Serokomar ragihand ku berpirsyariya şewatên li herêmên jiyanê ya şaredariyên bajarên mezin ên li wê derê ye û wiha pê da çû: "Bi şewata van deran va kezeba me jî dişewite. Çi ji destê me tê em ê heta dawiyê wê bikin. Şewatên daristanê niha tehdîdeke navneteweyî ya wekî Kovîd-19ê ye ku hemû dinya dijî wê têkoşînê dide, heta tehdîdeke terorê ye."

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan diyar kir ku li welêt terora derewan heye û wiha domand: "Gelo li Tirkiyeyê 'terora derewan' heye yan na, heye. Kî dike, mixalefet. Hin jê ra 'operasyona têgihanê' dibêjin lê ya rast navê vê terora derewan e. Muxalefet piçekî durist be, ji dil be. Heke tesbîteke te hebe vê durist bike. Durist bike ku bibêjin mirov, em jî hin tişt ji we bigirin. Lê mixabin tişteke wiha tune."

Erdogan ji bo îdiaya cihên şewitî dê ji îmarê ra bên vekirin jî got: "Bersiveke min a yek hevokî a ku ez ê bidim Kemal Beg heye. Tu rayeyeke wiha ku min daye wezîrê xwe yê Çand û Turîzmê tune. Bila daristan bişewitin, em li vir avahiyên ji betonê çêbikin, haşa. Ez kesekî wisa me ku dibêjim dijî mîmariya tîkane me. Ez çawa rabim li betonê xwedî derkevim?"

Serokomar destnîşan kir ku piştî ev şewat bi dawî bibin wê Tirkiye di têkoşîna li hemberî şewatan da modeleke nû bike rewacê û wiha domand: "Piştî ku me ev bela def kir pêngavên ku dê em ê biavêjin bêtir dê li ser vê bin."

Ji bo Balafirên Saziya Hewayê ya Tirkan jî Serokomar got ku rewşa balafirên wisa ye ku pê kar nabe û got: "Fikreke me ku em zembîlan lê bixin û Sîkorsky û Cougaran di miemeleya temirandina şewatê da biemilînin."

Serokomar Erdogan Tirkiyeya berê bi bîr xist û ragihand êdî Tirkiye ne ew Tirkiyeye û wiha domand: "Wisa zen dikin ku dê me bi derewan hilweşînin? Tirkiye niha Tirkiyeya bêderfet nîne, êdî Tirkiyeyeke hêzdar heye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE