"Niha ji 10 milyonî zêdetir endamên partiya me hene"

"CHP û şirîkên wê qebûl bikin jî nekin jî êdî ji Pergala Hikûmeta Serokomariyê paşva gav nayê avêtin."

"Niha ji 10 milyonî zêdetir endamên partiya me hene"

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "CHP û şirîkên wê qebûl bikin jî nekin jî êdî ji Pergala Hikûmeta Serokomariyê paşva gav nayê avêtin." 

Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî ya 131emîn ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir niha ji 10 milyonî zêdetir endamên partiya wan hene û got ku tu partiyeke din tuneye ku evqas endamên wê hebin û wiha dewam kir: "Em lîsteyên endamên xwe rojane dikin û kesên mirine yan jî ji ber sedemên din qeyda wan çûye tesbît dikin. Ji sedî 95an zêdetir endamên me ji ber wefatê qederê 290 hezar endam kêm bûne."

Erdogan diyar kir keda kesên li tevahiya welêt xizmetê kirine li hember kaprîsên kesên ku kîbra wan ji bejna wan bilindtir bûye badilhewa nakin û got ku em ê nekin jî.

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da helwesta CHPyê rêxne kir û wiha got: "Di ciyê ku di sefê gel da cî bigirin em nizanin êdî ji ber diyet, ezweriya siyasetê û bêbesîretiyê ye ekîba CHPyê her dem bi neyarên îradeya neteweyî ra meşiyaye û îro jî heman helwestê nîşan dide."

Erdogan diyar kir CHP û şirîkên wê qebûl bikin jî nekin jî êdî ji Pergala Hikûmeta Serokomariyê paşva gav nayê avêtin.

Erdogan der barê Pergala Hikûmeta Serokomariyê da destnîşan kir hemû kêmasiyan tesbît kirine û çareseriyan danîne meydanê û got ku em ê encaman di nêz da bi gelê xwe ra parve bikin.

Serokomar Erdogan diyar kir kesên di şerê dijî terorê da teyareyên bêmirov, cebilxane û pergalên nîşan û çavdêriyê nedan wan niha li hember tiştên ku çêdikin şaş û metel dimînin.

Erdogan diyar kir ji ber gefên mueyîdeyan yên dijî welatê wan natirsin û paşva gav navêjin û got ku berevajiyê vê ev biryardariya me zêde dike.

Serokomar Erdogan der barê geşedanên li Rojhilatê Behra Sipî da got ku bira tu kes me ji heqên me yên li vir mehrûm neke û em ê heta dawiyê heqên xwe biparêzin.

Erdogan der barê avakirina herêma ewle da got ku heta hefteya dawîn ya Îlonê em biryardar in ku li rojhilatê Feratê avakirina herêma ewle bi fiilî li gor xwe bidin destpêkirin û wiha dewam kir: "Hedefa me ew e herî kêm milyonek xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyî li ser xeta sînor ya 450 kîlomêtreqereyî li herêma ewle bi cî bikin." 

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da ji bona rewşa penaberan wiha axivî: "Em mecbûr bibin em ê deriyan vekin. Ev bar wê tenê li ser pişta me be? Di parvekirina barê penaberên bûne mêvanên me da di serî da Yekîtiya Ewropayê dinyayê piştgiriya ku hewce dikir nedan. Ji bona em vê piştgiriyê hildin em mecbûr bimînin em ê vê yekê bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 05 îlon 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE